CPT: Tirkiyê di 2024an de 800 caran êrîsî ser Herêma Kurdistanê kir

16 June 2024 14:06 0 dîtin
CPT: Tirkiyê di 2024an de 800 caran êrîsî ser Herêma Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Berpirsê Maseya Mafên Mirovan yê Rêkxistina CPTê, Kameran Osman, bîlançoya sala 2024an a êrîşên Tirkiyê yên bi hinceta PKKê li ser Herêma Kurdistanê berdewam dikin eşkere kir.

Kameran Osman ragihand, Tirkiyeyê ji destpêka sala 2024an zêdetirî 800 carî êrîşî Herêma Kurdistanê kiriye û 8 sivîl jî ji ber wan êrîşan hatine kuştin.

Li gorî ragihandina endamê CPTê Osman, bîlançoya bomberan û êrîşên sala 2024an ên li herêm û bajarên Herêma Kurdistanê wiha ne:

- Duhok: 365 êrîş û bombebaran hatine kirin

- Hewlêr: 356 êrîş û bombebaran hatine kirin

- Silêmanî: 102 êrîş û bombebaran hatine kirin

- Şingal û Nînowa: 10 êrîş û bombebaran hatine kirin

 Osman got: "Di maweya 2 hefteyên borî de Artêşa Tirkiyeyê Çiyayê Metîna 27 caran bombebaran kir. Geliyê Reşavayê yê Amêdiyê, Çiyayê Sawên û Qendîl, lûtkeya Kurreşel û Çiyayê Kêwerreşê yê Ranyeyê, Çiyayê Casûsanê yê Pişderê hatin bombebarankirin. Li navçeya Pêncwenê jî gundê Kaniya Mîran, Komar û Nizarê hatin bombebaran kirin. “ 

Li gorî CPTyê ji sala 1990î ve ji ber bombebaranên Tirkiye û Îranê 850 sivîl li Herêma Kurdistanê yan mirine yan jî birîndar bûne.

CPTê daye zanîn, Tirkiyeyê sala 2023yan jî hezar û 548 caran êrîşî ser axa Herêma Kurdistanê kiriye.