Credit Suisse: %40ê serweta Tirkiyê di destê %1ê nifûsê de ye!

17 August 2023 09:59 0 dîtin
Credit Suisse: %40ê serweta Tirkiyê di destê %1ê nifûsê de ye!

PeyamaKurd – Li gorî rapora Credit Suisse ya li ser parvekirina serwet û dewlemendiyê li Tirkiyê, ji sedî 40ê serweta vî welatî ku 1 trîlyon û 41 milyar dolar e, di destê sedî 1ê nifûsê de ye.

Rapora herî dawî ya banka Credit Suisse ya Swîsreyê belav kir, newekheviya parvekirina serwetê li Tirkiyeyê eşkere kir.

Li gorî raporê, ji sedî 40ê serweta giştî ya 1 trîlyon û 41 milyar dolarî li Tirkiyê tenê di destê %1ê nifûsê de ye.

Analîza Credit Suisse ya li ser Tirkiyeyê nîşan dide ku ji sedî 10ê herî dewlemend ê nifûsê ji sedî 69,8ê serweta giştî heye.