Cudabûna baskê Kamil Hacî Elî ji Tevgera Îslamî li Kurdistanê hat ragihandin

03 October 2023 12:30 0 dîtin
Cudabûna baskê Kamil Hacî Elî ji Tevgera Îslamî li Kurdistanê hat ragihandin

PeyamaKurd – Goran Nûrî cudabûna baskê Kamil Hacî Elî ji Tevgera Îslamî li Kurdistanê ragihand û partiyeke nû bi navê “Tevgera Pêwendî Îslamî ya Kurdistanê” ragihand.

Li gor zanyariyan, Endamê Serkirdatiya Tevgera Îslamî ji baskê Kamil Hacî Elî, Goran Nûrî îro 3ê Cotmeha 2023an danê sibê di civîneke rojnamevanî de cudabûna baskê xwe ji Tevgera Îslamî li Kurdistanê ragihand.

Goran Nûrî diyar kir: “Em ê hemû rêkarên yasayî ji bo tomarkirina Tevgera Pêwendî Îslamî ya Kurdistanê weke partiyeke fermî li Iraq û Herêma Kurdistanê pêk bînin.

Herwiha biryar bû roja 30î Îlona borî Kongreya Îslamî ya Kurdistanê bihata lidarxistin, lê ji ber temamnebûna rêjeya yasayî, kongre bo îro hate paşxistin û eger rêjeya yasayî temam bibê, dê îro li bajarê Silêmaniyê were lidarxistin.

Serokê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Elî Ebdulezîz beriya destpêkirina kongreya partiya xwe li Silêmaniyê eşkere kir: “Ti kes nikare kesekî neçar bike ku bîne nava partiyê yan jî kesekî ji partiyê dûr bixe.”

Îrfan Elî Ebdulezîz da zanîn, wê îro kongreya wan were lidarxistin.

Weke tê zanîn, nêzîkî du salan e di navbera baskê Îrfan Elî Ebdulezîz û baskê Kamil Hacî Elî de nakokî heye. Tevgera Îslamî ya Kurdistanê roja 05.02.2022ê li Hewlêrê 12emîn kongreya xwe li dar xist û tenê Kamil Hacî Elî bû namzedê serkirdayetiya tevgerê, lê nekarî zêdetirî nîvê dengan bidest bixe. Ji ber vê yekê Tevgera Îslamî diyar kir, Îrfan Elî Ebdulezîz weke Serokê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê wê berdewam be. Paşê Kamil Hacî Elî nerazîbûn nîşan da û roja 3ê Cotmeha 2022an di civîneke rojnamevanî de diyar kir, ew rêberê tevgerê ye û karê kongreyê hatiye binpêkirin.