Dê Rûsya li Özbekistanê santrala enerjiyê ya nuklerî ava bike

10 September 2024 21:35 0 dîtin
Dê Rûsya li Özbekistanê santrala enerjiyê ya nuklerî ava bike

PeyamaKurd – Rûsya ji bo xebata destpêkê ya avakirina santrala enerjiyê ya nuklerî li Özbekistanê ava bike, bi Özbekistanê re peymanê îmza kir.

Li gor ragihandina Ajansa Enerjiya Nuklerî ya Özbek ya bi navê Özatomê ragihand ku şirketa bi Rosatomê re girêdayî ya Rûsya ya enerjiyê bi rêvebiriya avakirina santrala nuklerî ya di bin serpereştiya Özatomê re, ji bo avakirina kapasîta wê kêm ya santralê peyman îmze kiriye.

Peyman, di navbera rêvebirê avakirina enerjiya santralê yê Özbek Atabek Amanov û rêvebirê projê yê şirketa Atomstroyexportê Pavel Bezrukov de hat îmzekirin.

Li gor protokolê; wê şertên pêş yên ji bo avakirina santralê, kontrola ciyê santralê, finansman û xizmetên teknîkî dê bên amadekirin.