Dadgeha Fransayê di doza êrîsa DAISê de cezayê herî giran da: 130 kes hatibûn kustin...
PeyamaKurd – Dadgeha Fransayê di doza êrîşa DAIŞê ya sala 2015an bi ser banliyoya Saint-Denis a Parîsê de, biryar da ku di wê êrîşê de 130 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûbûn.
Hat ragihandin ku Dadgeha Cezayê Giran a Parîsî, di dîroka Fransayê de di doza ku 10 mehan darizandin dewam kiriye de, cezayê herî giran ê dîroka Fransayê li ser gumanbaran sepand.
Li gorî biryara dadgehê ji 20 gumanbaran, tawanên ser 19 kesan mafdar hatine dîtin û ji 20 kesan re ji 2 salan heta cezayê muebedê hatiye dayîn.
Herwiha dadgehê cezayê herî giran bo kesê bi navê Salah Abdeslam sepandiye ku wê heta mirinê di girtîgehê de bimîne.
13ê Mijdara 2015an li paytext Parîs û Saint-Denisê 6 êrîşên cuda ji aliyê rêxistina terorîst DAIŞê ve hatibûn kirin û di encamê de, 130 kes hatibûn kuştin, 100 ji wan bi giranî zêdetirî 400 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin