Dadgehê cara sêyem ceza da rojnamevan Ahmet Altan û Nazli Ilicak

14 February 2024 20:28 0 dîtin
Dadgehê cara sêyem ceza da rojnamevan Ahmet Altan û Nazli Ilicak

PeyamaKurd – Dadgeha bilind ya Tirkiyê Yargıtayê cezayê ji ber avakirina medya FETÖyê ku dabû rojnamevan Atmet Altan û Nazlı Ilıcakê, cara duyem xerab kiribû û dosyayê paşde şandibû dadgeha jêr.

Dadgeha Cezayê Giran ya 26em ya Îstenbolê di celsa îro de car din darizandinê dewam kir û di encamê de 6 sal û 3 meh ceza da Ahmet Altan, 5 sal û 3 meh ceza da Nazlı Ilıcak, 2 sal û 1 meh ceza da Fevzi Yazıcı û Yakup Şimşek beraet kir.

Mafê rojnamevanan heye car din li biryara dadgehê îtîrazê bikin.