Dadgerên Kurdistanê bi merasîma sondxwarinê dest bi kar kirin

24 December 2023 19:50 0 dîtin
Dadgerên Kurdistanê bi merasîma sondxwarinê dest bi kar kirin

PeyamaKurd - Li Herema Kurdistanê, dadwerên nû hatin tayînkirin, bi merasîma sondxwarinê ku Serokê Herêma Kudistanê Nêçîrvan Barzanî lê amade bû, sond xwarin û dest bi erkên xwe kirin.

Casim Ceza Cafir, Casim Mihemed Mistefa û Tahir Elî Hesen ji aliyê Dadgeha Îstinafê ya Herêma Kurdistanê ve wek dadger hatibûn tayînkirin.

Dadgerên nû li pêşberî Serokê Herêma Kudistanê Nêçîrvan Barzanî sonda dadgeriyê xwarin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê; Serokê Konseya Dadê, alîkarên wî û Serokê Giştî yê Dadê jî beşdarî merasîmê bûn.

Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de dadgerên nû pîroz kirin û ji wan re serkeftin xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku ew piştgiriyê didin serbixweyîya dadgeran û dagehan.

Herwiha destnîşan kir ku divê ew bibin haveynê bicihkirina dadê û ewlehiya xelkê Herêma Kurdistanê.