‘DAIS ji bo rizgarkirina serkirdeyên xwe plana êrîsa girtîgehên Iraqê dike’

13 February 2022 14:37 0 dîtin
‘DAIS ji bo rizgarkirina serkirdeyên xwe plana êrîsa girtîgehên Iraqê dike’

PeyamaKurd - Parlamentarê ji Hevpeymaniya Dewleta Yasa Arif Hemamî yê Iraqê eşkere kir ku çekdarên DAIŞê bi armanca rizgarkirina çend serkirdeyên DAIŞê ji girtîgehan, plan dikin êrîşî ser girtîgehên Iraqê bikin.

Parlamentarê ji Hevpeymaniya Dewleta Yasa Arif Hemamî di civîneke rojnamevanî de got, çekdarên DAIŞê hewl didin êrîşî ser girtîgehên Iraqê bikin, ji bo çend serkirdeyên xwe rizgar bikin.

Hemamî herwiha ji ber vê plana çekdarên DAIŞê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê tometbar kir û got, destê wan di vê hewlê de heye, ji bo rewşa ewlehiya Iraqê aloztir bibe û mana xwe li Iraqê rewa bikin.

20ê meha Çileyê 2022yan DAIŞê êrîşî ser girtîgeha Hesekê ya Xiwêran kiribû û piştî kontrolkirina girtîgehê hatibû ragihandin ku bi qasî 200 çekdarên DAIŞê ku serkirdeyên wan jî di nav de ne reviyane.

Herwiha piştî wê êrîşê Iraqê jî sînorê xwe bi Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê re tund kir û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana baregehên leşkerî yên li ser sînor li parêzgeha Mûsilê kiribû.