DAISê êrîsa ser otela karsazên Çînî li xwe girt

13 December 2022 21:57 0 dîtin
DAISê êrîsa ser otela karsazên Çînî li xwe girt

PeyamKurd – Rêxistina terorîst DAIŞê berpirsiya êrîşa doh 12ê Kanûnê ya li paytexta Afganistan Kabûlê ku bi ser otêla karsazên Çînî de girtibû, li xwe girt.

Hat ragihandin ku piştî teqîn û êrîşa bi çekan a ser otelê, di navbera hêzên Talîbanê û çekdaran de pevçûn çêbûye û 3 çekdar hatine kuştin û 2 xebatkarên otelê jî birîndar bûne.

DAIŞê îro Sêşemê 13ê Kanûnê di kanaleke rêxistinê ya Telegramê de daxuyanî da û êrîşa Kabûlê ya ser karsazên Çînî li xwe girt.

Hatiye diyarkirin ku 2 çekdarên wan êrîşî oteleke girêdayî Çînê ku dîplomat lê dimînin, kirine.

Li gorî daxuyaniya DAIŞê, 2 çekdaran teqemeniya ku berê li otelê hatibû bicihkirin teqandine û agir bi beşeke hotelê xistine.