DAISê êrîsî hêzên Pêsmerge kir: Sehîd û birîndar di nava rêzên Pêsmerge de hene

06 December 2021 10:38 0 dîtin
DAISê êrîsî hêzên Pêsmerge kir: Sehîd û birîndar di nava rêzên Pêsmerge de hene

PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê şeva borî li gundê Qere Salim li devera Şêx Bizinî li Kerkûkê, êrîşî ser hêzên Pêşmerge kirin û encamê de şehîd û birîndar hene.

Li gor zanyariyên xwecîhî, hêza Pêşmerge rûbirûyî êrîşa DAIŞê bû û di navbera wan de şer û pevçûn derket.

Wezareta Pêşmerge di derbarê wê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, şeva 5/6 Berfanbarê teroristên DAIŞê êrîşî ser hêzên Pêşmerge li nêzîkî gundê Qere Salim kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di encama êrîşa tirsonek de şehîd û birîndar di nava rêzên Pêşmerge de hene.

Wezaretê herwiha destnîşan kir, hêzên Pêşmerge bersiva terorîstan dan, terorist reviyan û niha rewşa di bin kontrola Pêşmerge de ye.