Dana Gas: Pistî êrîsa li Kor Morê hilberîna gazê rawestiya
PeyamaKurd – Dana Gas di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşa li ser kêlgeha xaza siruştî ya Kor Mor de ragihand ku piştî êrîşê hilberîna wê zeviyê bi awayekî demkî rawestiya.
Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê bi roketan êrîş li qada xaza xwezayî ya Kor Mor hate kirin.
Piştî êrîşa duh bi şev li tesîsê dengê alarmê hat bihîstin û ekîb sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di encama êrîşa li ser qada gaza xwezayî de agir bi tankeke sotemeniyê ket, lê di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûn.
Piştî êrîşê ekîbên ambulans û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û di dema mudaxaleya şewatê de hat kirin hêzên ewlehiyê lêkolîn dan destpêkirin.
Şîrketa enerjiyê ya Îmarat Dana Gas ku li Kor Mor û Çemçemal gaza xwezayî hildiberîne di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşê de ragihand ku piştî êrîşê hilberîna li zeviyê demkî rawestiya.
Di daxuyanîya ku ji aliyê fîrmayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku êrîş bi balafireke bêmirov pêk hatiye û di êrîşê de xisareke canî çênebûye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo vemirandina şewatê hilberîn bi temamî hat rawestandin. "Tîman hemû tedbîrên pêwîst girtin da ku hilberînê ji nû ve bidin destpêkirin."
Ji aliyeke din ve Wezareta Elektrîkê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku herikîna gazê bo santralên elektrîkê hatiye rawestandin û di encam de 2800 megawat xisar çêbûye.
Qada gaza xwezayî ya Kor Mor
Meydana xaza siruştî ya Kor Mor li navçeya Kadir Karam a navçeya Çamçemal a Silêmaniyê ye.
Zeviya Kor Mor li Herêma Kurdistanê di sala 2007an de ji bo vekolîn, pêşxistin, hilberandin, bazarkirin û firotina berhemên petrolê hatiye avakirin. Hilberîna gazê li tesîsê di Cotmeha 2008 de destpê kir.
Qada xaza xwezayî ya Kor Mor di salên 2022 û 2023an de gelek caran hate hedefgirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin