Danîmarka wê F-16an bide Ûkraynayê
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Danîmarkayê Lars Lokke Rasmussen, ragihand ku balafirên F-16 yên ku wê bide Ûkraynayê, bikaranîna wan di çarçova hûqûqa şer de, dikare li ser axa Rûsyayê bikarbîne.
Wezîr Lars Lokke Rasmussen her weha got ku ji bo perwerda pîlotan û xebatkaran wê alîkariya wan bike. Li gor çapemeniya Ûkraynayê wezîr Rasmussen gotiye:
“Eger welatekî bikeve ber êrîşê, parastina welatê xwe bi temamî di nav çarçova hûqûqa şer de ye. Balafirên ku em ê bidin Ûkraynayê ne ji bo li gor kêfa xwe bikarbîne ne. Lê dikarin di nav axa Rûsya de li hedefên leşkerî bixin û artêşa Rûsyayê qels bikin.”
Danîmarka soz dabû ku wê 19 heb F-16 bide Ûkraynayê û Hollanda jî 42 heb.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin