Darizandina Trump îro destpê dike

15 April 2024 10:43 0 dîtin
Darizandina Trump îro destpê dike

PeyamaKurd - Dadgehkirina Donald Trump a ku bi tawanbariya sextekariya tomaran tê darizandin îro li New Yorkê destpê dike.

Bi vê dozê re wê Trump bibe yekemîn serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku di dozeke sûc de tê darizandin.

Trump bi xerakirina tomarên dîmenî yên ku weşek beriya hilbijartinên serokatiyê yên 2016an, ji bo pareyên ku daye stêrka fîlmên pornoyî Stormy Daaniels tê darizandin.

Ger Donald Trump bêtawaniya xwe piştrast neke û ceza werbigire dibe ku heta cezayê 4 sal girtinê jî bigire. Lê belê herçend dibe ku ceza werbigire jî eger heye ku cezayê xwe wergerîne cezayê perepêdanê.

Trumpê 77 salî ye tawanbariyên li ser xwe red dike û xwe bi bêgunehbûnê diparêze.

Trump yek ji namzedên Komarî yên serokatiya DYAyê ye ku wê di meha Mijdarê de beşdarî hilbijartinan bibe. Ji ber vê doza dîrokî, Trump dikare bi mehan beriya hilbijartinê bibe mehkûmek girtî.