DAVOS | Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Belçîkayê re civiya

17 January 2023 21:52 0 dîtin
DAVOS | Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Belçîkayê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 17ê Çileyê li Korbenda Aborî ya Cîhanê Davosê bi Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo re hevdîtinek pêk anî.

Di civînê de, danûstandina bazirganiyê û hinardekirina berhemên çandiniyê yên Kurdistanê ji bo bazarên Belçîka û Ewropayê hat gotûbêj kirin.

Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkayê û rewşa Iraqê û navçeyê bi giştî hatin axaftin ku mijara sereke ya civînê li ser pêşvebirina hevkarî û hevahengiya navbera herdu aliyan, bi taybetî di warê danûstandina bazirganî û hinardekirina berhemên çandiniyê yên Kurdistanê ji bo bazarên Belçîka û Ewropayê bi giştî bû.

Serokwezîr Barzanî spasiya Belçîkayê kir ji bo piştevanîkirina Herêma Kurdistanê wek beşek ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî terorîstên DAIŞê ku derbarê serdana xwe ya dawî ya ji bo Bexdayê û civîna ligel Serokwezîrê Iraqê de jî girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê anî ziman.

 Serokwezîrê Belçîkayê bal kişand ser pêwendiya bihêz û çalak a welatê xwe ligel Herêma Kurdistanê û got, Herêma Kurdistanê hevbeşeke bihêz a Belçîkayê ye.

Herwiha di civînê de, girîngiya rûbirûbûna bandorên neyînî yên guherîna keş û hewayê di asta cîhanê de hat gotûbêjkirin.