DAVOS | Mesrûr Barzanî: Li ser pêsvebirina rêyên nû yên bazgirganiya Kurdistanê rijd im
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Korbenda Aborî ya Cîhanê Davosê ji bo pêşxistina aborî û bazirganiya Kurdistanê hevdîtinên xwe bi karsaz û berpirsên welatan re didomîne.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davos 2023 ya li Swîsreyê bi rêya hesabê xwe yê twitterê got: “Ez li ser pêşvebirina rêyên nû yên bazirganiyê, hinardekirin û veberhênana di warên din de, wek bankî, enerjî û teknolojiya darayî, rijd im.”
Mesrûr Barzanî roja Sêşemê 17ê Çileya 2023an li Davosê bi hejmarek karsazên cîhanî re civiya ku Rêveberê Cîbicîkar ê Kompaniya Lulu Group a Navdewletî ya Hindistanê Yûsif Elî, ku baregeha wê li welatê Îmaratê ye, Rêveberê Cîbicîkar ê Kompaniya Majid Al Futtaim Hanî Weys û Rêveberê Cîbicîkar ê Kompaniyên ADQ yên Îmaratî Mihemed El Siweydî beşdar bûn.
Serokwezîr Barzanî berî niha jî eşkere kiribû ku projeya hinardekirina berhemên xwemalî bo bazarên cîhanê, beşeke ji plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pirrengkirina aboriyê ye û herwiha berfirehkirina pêwendiyên bazirganî yên Herêma Kurdistanê ligel welatên cîhanê ye.
Serokwezîr Barzanî gotibû, şiyana Herêma Kurdistanê heye wek "sepeta xurekê" ya Iraq û herêmê, pêwîstiyên bazarê dabîn bike.
Hêjayî gotinê ye, hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema borî de berhemên hinaran hinardeyî hejmarek welatên Kendavê yên wek Erebistana Siûdî, Uman, Behreyn û Îmaratê kiribû û amadekariya hinardekirina hin berhemên din ên navxwe jî tê kirin ku tirî, hingiv û çend berhemên din tê de cî digirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin