DAVOS2024 | Serokwezîr Barzanî bi serok û serokwezîrên 4 welatan re civiya

17 January 2024 18:50 0 dîtin
DAVOS2024 | Serokwezîr Barzanî bi serok û serokwezîrên 4 welatan re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Korbenda Aborîya Cîhanê Davosê, hevdîtinên xwe bi serok û berpirsên welatan re berdewam dike.

Serokwezîr Barzanî, îro 17ê Çile roja Çarşemê, bi seroka Macaristanê, serokwezîrên Holanda, Koreya Başûr û Lubnanê re hevdîtin pêk anîn.

Mesrûr Barzanî, bi awayekî cuda bi Seroka Macaristanê Katalin Novak, Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte, Serokwezîrê Koreya Başûr Han Duck-soo û Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî re civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di wan hevdîtinan de, pêşxistina pêwendiyên dualî yên di warên cuda de hatine gotûbêjkirin.

Di civîna ligel Seroka Macaristanê de,  Katalin Novak sersaxî û hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên welatiyên sivîl di êrîşa Îranê li ser Hewlêrê de nîşan da û piştevaniya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê anî ziman.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hevxemî û piştevaniya Seroka Hingaryayê kir û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dê her tim bibe faktora ewlekarî û aramiya Iraq û navçeyê.