Davutoglu: Ti partî wekî me bi zelalî behsa pirsa Kurd nake!

06 January 2021 17:31 0 dîtin
Davutoglu: Ti partî wekî me bi zelalî behsa pirsa Kurd nake!

PeyamaKurd - Serokê Giştî Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu, di civîna îro 6ê Çile ya ligel rojnamevanan de, derbarê pirsa Kurd û pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re daxuyanî dan.

Ahmed Davutoglu li ser pirsa rojnamevanan ya derbarê pirsa Kurd a li Bakurê kurdistanê got, peyama wan zelal e û ew ne Qeyûman û ne jî KCKê qebûl dikin.

Davutoglu diyar kir: “Ti partiyek weke me bi awayekî azad behsa pirsa Kurd nake û di derbarê perwerdeya bi zimanê Kurdî de jî helwesta me ji destpêkê ve zelal e û em piştevaniyê lê dikin.”

Davutoglu li ser lawazbûna pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê û helwesta partiya xwe jî wiha axivî:

“Serdema ku ez hem wezîrê derve û hem jî serokwezîr bûm, pêwendiyên Tirkiyê ligel Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê di asta herî bilind de bû û ji bo vê yekê jî min her tişt dikir. Tirkiye divê ne tenê ligel Kurdên Iraqê, herwiha divê peywendiyên xwe ligel Kurdên li Sûriyê jî baş bike. Piştî serokweziriya min hema hema ti serlêdan çênebûne. Pêştir mehana serdanên me çêdibûn, em diçûn û ew jî dihatin. Pêwendiyeke me ya gelek baş hebû. Kûrkirina danûstaninên di navbera Hewlêr û Enqerê de û em wê herêmê bikin weke parçeyek sirûştî ya Tirkiyê dê bibe siyaseta partiya me.”