Daxuyaniya agirbestê ji Amerîkayê
PeyamaKurd – Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby, derbarê gavên ku ji bo agirbesta di Şerê Rûsya û Ûkraynayê de hatin avêtin de daxuyanî da û got, "Pêkanîna agirbesta li Ûkraynayê fetha Rûsyayê piştrast dike."
John Kirby rewşa dawî ya herêmê piştî ragihandina Çînê ji 12 xalan ji bo agirbestê di Şerê Rûsya û Ukrayna de gotûbêj kir.
Kirby destnîşan kir, banga Pekînê ya ji bo rawestandina şerê li Ukraynayê maqûl xuya dike û got, ev rewş dibe ku bibe sedema rewakirina axa Ukraynayê ku Rûsyayê dagîr kiriye.
Kirby, Rûsya weke welatekî ku axa cîranên xwe bi dest xistiye bi nav kir û got, "Pêkanîna agirbesta li Ûkraynayê, dagirkirina Rûsyayê piştrast dike. Bi vî awayî destkeftî û hewldanên Rûsyayê yên ji bo dagirkirina welatên cîranê xwe tên naskirin. Rûsya dikare vê agirbestê ji bo xurtkirina pêgehên xwe li Ukraynayê û xurtkirina hêzên xwe yên leşkerî bi kar bîne. Rûsya jî agirbestê bi kar tîne da ku careke din êrîş bike di demekê de ku bixwe tercîh dike. Ger a rast em bêjin, ev ne gaveke em ji bo aştiyeke adil û mayînde pê bawer in e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin