Daxuyaniya balkês a Donald Trump!

31 August 2024 15:38 0 dîtin
Daxuyaniya balkês a Donald Trump!

PeyamaKurd — Serokê berê yê Amerîkayê û berbijarê Komarî yê di hilbijartinên serokatiyê yên 5ê Mijdarê de Donald Trump got ku "baş û jîr e ku bi Rûsya û Koreya Bakur re li hev bikin."

Trump di mîtîngekê de li Pennsylvaniayê amaje bi gotinên namzeda serokatiyê ya Demokrat Kamala Harris kir ku, berevajî Trump, ew ê "nêzîkî dîktatoran nebe."

Trump bi bîr xist ku di sala 2019an de bi Kim re li herêma bêçek a di navbera Koreya Bakur û Başûr de hevdîtin pêk anîbû, Trump diyar kir ku ew demeke kurt ketiye nav axa Koreya Bakur.

Trump îdia kir ku wî bi Kim re "baş li hev kir" û got ku "lihevkirina bi welatên wekî Koreya Bakur û Rûsyayê re baş û aqilane ye".

Cîgira Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Kamala Harris di 23ê Tebaxê de got, "Ez ê bi zalim û dîktatorên mîna Kim Jong-un re ku piştgirîya Trump dike re nebînim, ji ber ku ew dizanin ku ew hêsan e ku meriv bi pesn û xêratên bêguneh were manîpulekirin."