Daxuyaniya Japonya li ser aloziya Trump-Zelensky
PeyamaKurd – Serokwezîrê Japonyayê Ishiba derbarê rageşiya di navbera Trump û Zelensky de got, "Ev ne mijareke ku hestan li hev bikin. Ji bo aşitiyê divê dîplomasiya bi dilovanî û biryardariyê were piştgirî kirin."
Serokwezîrê Japonyayê Ishiba Shigeru got ku nîqaşa di navbera Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky de ne li ser hevgirtina hestan bû û divê dîplomasiya ji bo aştiyê bi dilovanî û biryardariyê were piştgirîkirin.
Li gor nûçeya Kyodo, Ishiba derbarê gotûbêja Trump û Zelensky de daxuyaniyek da çapemeniyê.
Ishiba diyar kir ku nîqaşên li Ofîsa Ovalê geşedaneke gelekî neçaverêkirî ye û got, "Divê Japonya ji bo ku DYA, Ukrayna û welatên G7ê ji hev cuda nebe, çi ji destê wê tê bike."
Ishiba wiha got: "Ev ne mijareke ku hestan bi hev re biçe serî. Divê dîplomasiya bi dilovanî û îradeyê were piştgirîkirin ji bo aşitiyê were bikaranîn."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin