Daxuyaniya nû ya Partiya DEMê: Em ji pêvajoyên berê hêvîdartir in

30 December 2024 14:02 0 dîtin
Daxuyaniya nû ya Partiya DEMê: Em ji pêvajoyên berê hêvîdartir in

PeyamaKurd – Alîkarê Serokê Giştî yê Meclisa Tirkiyeyê yê ji Partiya DEMê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan, piştî hevdîtina 28ê kanûnê ya li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re îro civîneke nû pêk anîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:

“Ji ber hesasiyeta pêvajoyê, heta ku pêvajo bi pêş nekeve, em ê nikaribin çapemeniyê agahdar bikin. Ev biryar nayê wateya bincilkirina tiştekî ji raya giştî, berovajî, pêwîstiya rêzgirtina ji mizakereyan re ye ku em ê bikin. Lê bi hevokekê jî em dikarin bibêjin ku em ji pêvajoyên berê hêvîdartir in, em ê di sala nû de wek heyet daxuyaniyeke berfireh bidin.”