Daxuyaniya Pentagonê derbarê pêvajoya vekisîna Amerîkayê ji Iraqê

09 January 2024 13:56 0 dîtin
Daxuyaniya Pentagonê derbarê pêvajoya vekisîna Amerîkayê ji Iraqê

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Pat Ryder îşaret bi wê yekê kir ku ew ji Iraqê venakişin û got, "Planeke me ya wiha nîne."

Ryder di daxuyaniya xwe de behsa hebûna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka li Iraqê kir.

Ryder diyar kir ku xebatên wan ên li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê dewam dikin û got, "Ti planeke me ya vekişandina hêzên xwe ji Iraqê nîne."

Herwiha Hikûmeta Iraqê derbarê vekişîna hêzên xwe ji wî welatî de Wezareta Berevaniya Amerîkayê agahdar nekiriye û got, wan daxwazeke wiha nekirine.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê tekez kir, ku hêzên wan li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li wî welatî ne.