Daxuyaniya Yerlikaya ya der barê Ahmet Ozer de: “Rêveberê bajêr nikare bibe alîgirê terorê”
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, li “Civîna Aramiyê ya Tirkiyeyê” ya li Rihayê tê lidarxistin der barê girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm a li şûna wî de got: “Rêveberê bajêr nikare bibe alîgirê terorê.”
Yerlîkaya di axaftina xwe de der barê binçavkirin û girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm a li şûna wî daxuyanî da.
Yerlîkaya got:
“Qanûna Şaredariyê zelal e li ser rewşa ku rêveberên şaredariyan endamên terorê bin dê rû bi rû bimînin. Miletê me di nav wan miletan de yê yekem e ku herî zêde ji terorê zirar dîtine. Em ne tenê li çiyayan şerê terorîstan û xwekujan dikin. Em hem li dijî terorê û hem jî li dijî çavkaniyên wê şer dikin. Li welatê me 30 metropol, 51 parêzgeh, 922 navçe û 399 bajarok hene. Her şaredarî, bê alî û partî ku xwe ji terorê dûr bixe, helwêsteke netewî nîşan bide, li dijî vê belayê şer bike, di dilê me de cîhekî taybet heye. Lê belê erka me ye ku em li ser navê miletê xwe ji kesên ku bi terorê re têkildar in, li ber qanûnê hesab bipirsin. Mirov nikare ji aliyekî ve rast derkeve holê û ji aliyê din ve jî bi gotin û ramanan bi rêxistinên terorîst re bibe yek. Rêvebirê bajêr nikare bibe alîgirê terorê. Komara Tirkiyeyê dewleta hiqûqê ye. Xwediyê vê dewletê jî heye. Û ew miletê me yê delal e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin