Deklerasyona dawî ya civîna krîtîk a NATOyê ya Washingtonê hat wesandin

11 July 2024 11:00 0 dîtin
Deklerasyona dawî ya civîna krîtîk a NATOyê ya Washingtonê hat wesandin

PeyamaKurd – Deklerasyona dawî ya civîna krîtîk a NATOyê ya Washingtonê hat weşandin. Li gorî daxuyaniyê, lûtkeya serkirdeyên NATOyê ya sala 2026an wê li Tirkiyeyê bê lidarxistin.

Di daxuyaniya dawî ya lûtkeyê de, dema ku piştgiriya ji bo Ukraynayê hat ragihandin, ji Çînê jî hat xwestin ku piştgiriya xwe ya ji bo şerê Rûsyayê bi Ûkraynayê re bi dawî bike.

Di civîna krîtîk a ku li Washîngtona paytexta DYAyê hat lidarxistin de biryar hat dayîn ku lûtkeya sala 2026an li Tirkiyeyê bê lidarxistin.

Di Deklerasyona Dawî de hat ragihandin ku piştî lûtkeya ku di sala 2025an de li Hollandayê bê lidarxistin, Lûtkeya Lîderan a bê wê li Tirkiyeyê bê lidarxistin.

Biryarên derbarê Rûsya û Çînê de

Di lûtkeyê de derbarê Rûsya û Çînê de jî biryarên krîtîk hatin girtin. Biryar hat dayîn ku di sala bê de herî kêm 40 milyar dolar fînanse ji Ukraynayê re were dayîn.

Di dema ku 32 welatên endam di lûtkeyê de li hev kirin ku ji bo Ukrayna di pêşerojê de bibe endama NATOyê "rêyeke ku nayê vegerandin ketiye rê", ji bo endametiyê dîrokek nehat diyarkirin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got: "Piştgiriya me ya ji bo Ukraynayê ne çalakiyek xêrxwaziyê ye, em ji bo ewlehiya xwe dikin."

Endamên NATOyê herwiha bang li Çînê kirin ku piştgiriya xwe ya ji bo şerê Rûsyayê bi Ukraynayê re bi dawî bike.

NATO Çîn tawanbar kir ku bi biryardarî beşdarî şerê Rûsyayê li Ukraynayê bûye.