DEM Partî: Armanca kêra li dilê Hekîm Luqman hatiye xistin hebûna Kurdan e
PeyamaKurd - Hevserokê DEM Partiyê, li ser kuştina welatiyê Herêma Kurdistanê Hekîm Luqman hişyarî da desthilata dewleta Tirk.
Karsazê ji Dihokê Hekîm Luqman li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, ji ber ku bi Kurdî axivî, ji aliyê 12 kesan ve bi kêrê hate kuştin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li ser kuştina Hekîm Luqmanê ku ji ber bi Kurdî diaxive tê kuştin daxuyanî da. Tuncer Bakirhan di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Ez kuştina bi hovane ya welatiyê Herêma Kurdistana Federe Hakim Lokman a ji aliyê 12 kesan ve li kafeyeke Stenbolê, ji ber ku bi Kurdî diaxive şermezar dikim. Kêra ku li dilê Hekîm Lokman hatiye xistin, hêrişeke ku hebûna Kurdan armanc digire ye. Tiştê ku atmosfera siyasî û civakî bi jehrî dike, polîtîkayên desthilatdariya AKP û MHPê ne. Ji hêrişên organîze yên vê dawiyê yên li dijî karkerên Kurd, axaftina bi zimanê Kurdî, çand û stranên Kurdî berpirsyar desthilat e. Komên bi mask ên JÎTEMê cesareta çûyîna maça futbolê ya wekî ku diçin şer ji vê hikûmetê digirin. Ev hewaya kîn û nefretê îro bû dawiya jiyana Kurdekî din. Em hikûmetê hişyar dikin. Dest ji axaftin û kirinên xwe yên nijadperest û şovenîst, germakirina xetên civakî berdin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin