DEM Partî wê mîtingên ‘peyamên Ocalan’ li dar bixe

28 January 2025 19:12 0 dîtin
DEM Partî wê mîtingên ‘peyamên Ocalan’ li dar bixe

PeyamaKurd – Partiya Wekhevî û Demokrasziyê ya Gelan (DEM Parti) biryar da ku li Stenbol, Diyarbekir û Mersînê 3 mîtingan li dar bixe û peyamên Abdullah Ocalan ên heyeta partiyê ji Îmraliyê anîne bi alîgirên xwe re parve bike.

Hate ragihandin ku Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê biryar daye ku li ser mijara hevdîtinên Îmralîyê çalakî, civînên gel û mîtingan li dar bixe.

Li gorî biryarê wê DEM Partî di navbera 1-16ê Sibatê de, li zêdetirî 40 navenda civînên girseyî pêk bîne û peyamên Ocalan parve bike.

Di vê çarçoveyê de 2yê Sibatê li meydana Esenyurt a Stenbolê, 8ê Sibatê li Diyarbekirê û li 9ê Sibatê jî li Mersînê wê mîting bêne lidarxistin.