Dema binçavkirina mamosteyên Kurdî hate dirêjkirin

26 September 2024 15:20 0 dîtin
Dema binçavkirina mamosteyên Kurdî hate dirêjkirin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku dema binçavkirina 29 kesên ku di nav wan de mamosteyên Kurdî jî hebûn hatiye dirêjkirin.

Li Amedê di 24’ê Îlonê de polêsan bi ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê de girtibûn.

Polêsan di heman rojê de bi ser malên mamosteyên ku perwerdehiya Kurdî didan de jî girtibûn.

Hate diyarkirin ku di serdegirtinên ku di çarçoveya lêpirsîneke ji sala 2022an de hatibûn destpêkirin de 30 kes hatine binçavkirin.

Dozgerê ku karê lêpirsînê bi rê ve dibe di derbarê dozê d biryara "nepenîtiyê" da.

Cîhat Guneyê ji pirtûkfiroşa Payîz Pirtûkê di çarçoveya lêpirsînê de hatibû binçavkirin, duh piştî îfadeya li dozgeriyê serbest hate berdan.

Hate hînbûn ku ji bo girtiyên din jî biryara binçavkirinê ya 24 demjimêran hatiye dayîn.