Dema eskerekirina encamên destpêkî yên serjimêriyê diyar bû
PeyamaKurd – Serjimêriya Giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê îro 20ê Mijdarê dest pê kir ku dê nifûsa giştî ya Iraqê û parêzgehan diyar bibe. Pêvajoya serjimêriyê jî sibe Pêncşemê li demjimêr 00:00ê şevê bidawî dibe.
Berdevkê Sekreteriya Encûmena Wezîran a Iraqê derbarê ragihandina encamên destpêkê yên serjimêriyê got ku wê di nava 48-72 saetan de werin eşkere kirin.
Li gorî zanyariyan wê encamên serjimêriyê sibe bi şev bi civîneke çapemeniyê werin ragihandin.
Hate zanîn ku wê encamên serjimêriyê li gorî parêzgeh, navçe û nehiyeyan werin eşkere kirin.
Navçeyên Kurdistanî û Kerkûk di vê serjimêriyê de xwedî girîngiyeke mezin in ku vê carê li gor serjimêriya 1957an a niştecihên wan herêman tê kirin. Bi vê biryarê re tê çaverêkirin nifûsa Kurdên resen ên wan herêman jî were parastin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin