Dema ji mizgeftê derketin 6 kesan bi tivingan birîndar kirin
PeyamaKurd – Li bajarê Çorumê li navça İskilipê li gundê Orenseki ya Jor, dema xelk ji limêja terawîhan ji mizgeftê derdiket, kesê bi navê Y.G. (30),bi tivingê bera wan da. Bi tivingê muxtarê gund Osman K, kurê muxtar S.K, Raşit Çırak, Seyit Ahmet Yüzügüldük birîndar bûn. S.K. jî bi tivingê li terefê din xist û di encamê de Fikriye Göbel û Satı Göbel birîndar kir.
Li ser bûyerê tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Atıf Hoca û nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Erol Olçok a zankoya Hititê.
Kesê bi navê Y.G. ku ji ciyê bûyerê reviya, cendirmeyan ew girtin. S.K. jî piştî li nexweşxanê hat dermankirin, wî birin û xistin binçav. Dadgerê edliya İskilipê, her dû kesan girt û wan şand zîndanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin