Demirtas: Erdogan heyetê sand Îmraliyê û çi xwest?

25 April 2023 23:35 0 dîtin
Demirtas: Erdogan heyetê sand Îmraliyê û çi xwest?

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDP ê Selahattin Demirtaş ê ku di zîndana Edirneyê de ye, li ser gotina ku dibêjin AKP heyetê şandiye Îmraliyê û bi Abdullah Öcalan re axifîne, got:

“Li gor we APK heyetê şandiye Îmraliyê û dibe ku çi xwestibe? Wexta tiştên dixwest nikaribû bidest bixe, dest pêkir û me hemûyan bi hevkariya bi terorê tewanbar kir.”

Rojnamevan Amed Dicle ji bo rojnama Yeni Yaşamê got ku cara ewilî ji wan re dibêje:

“Desthilata Tirkiyê bi Îmraliyê re hevdîtin kir lê encama ku dixwest nesitend. Di navbera AKP û Berêz Abdullah Öcalan de hevdîtin çêbû, lê dema nikaribûn li gor dilê xwe bersivê bistînin, tecrîdê giran kirin û cezayê dîsîplînê danê. Di rêyên din de jî xwe ceribandin ku bi Qendîlê re têkiliyan deynin.”