Demîrtas: Min dengê xwe da…

14 May 2023 17:30 0 dîtin
Demîrtas: Min dengê xwe da…

PeyamaKurd- Hevserokê HDPê yê berê Selahadîn Demirtaş ku diyar kiribû wî di hilbijartinan de deng daye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir.

Selahadîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve di Girtîgeha Edîrneyê de girtî ye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî; li ser Hilbijartinên Serokomariyê û Serdema 28an a Parlamenteriyê ya îro tê rêvebirin, peyamek parve kir û di peyama xwe de pirsa dengdayînê kir.

Demirtaşê ku di hilbijartinên berê de wêneyekî dema dengdayînê kişandibû weşandibû got, “Min dengê xwe da. Gelo we jî dengên xwe dan?”

Selahadîn Demirtaş, beriya niha jî di peyamên xwe yên berê de dengek ji bo Namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu û dengek jî ji bo Partiya Çep a Kesk xwestibû.