Demirtas pistî biryara DMMEyê yekem car derdikeve pêsberî dadgehê
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş ku ji sala 2016an ve hatiye girtin û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) du caran biryar daye Tirkiye wî berde, piştî biryara dawî ya Daîreya Mezin a DMMEyê cara yekem dîsa ji heman tohmetan derdikeve pêşberî dadgehê.
Hat ragihandin ku çar li rê ye Demirtaş 16-17ê Adarê bi rêya SEGBÎSê ji Girtîgeha Edirneyê wê beşdarî danişîna Dadgeha Cezayê Giran a 19emîn a Enqerê bibe ku di dosyeya wî de 142 sal ceza jê re tê xwestin.
Doza Demirtaş a ku bê dîtin ji 31 fezlekeyên dema parlamentariya wî pêk tên ku bi ‘propagandaya rêxistinê, damezrandin û birêvebirina rêxistinê, pesndariya sûc û sûcdar’ tê tohmetbarkirin. Herwiha Demirtaş car din ji dosyeya bûyerên 2014an ên Kobanî tê darizandin ku beriya niha DMMEyê li ser heman dosyeyê biryara berdana wî dabû û hincetên tohmetbarkirinê pûç kiribûn.
Daîreya Mezin a DMMEyê 22yê Kanûna 2020an li ser tevahiya dosyeya Demirtaş nirxandineke dirêj kiribû û ji Tirkiyê xwestibû, derhal were berdan, lê belê heta niha jî tevî ku Tirkiye yek ji welatê îmzekarî Komîsyona Ewropa ye biryara berdana Demirtaş bicih neanîye ku 4 sal çêbûn di girtîgehê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin