Demirtas: Pistî Erdogan, ji bo PKK çekan deyne çi ji destê me bê em ê bikin

13 April 2023 18:31 0 dîtin
Demirtas: Pistî Erdogan, ji bo PKK çekan deyne çi ji destê me bê em ê bikin

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji sala 2026an ve li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, bal kişand ser hilbijartinên 14ê Gulanê û ragihand ku ‘piştî rejîma Erdogan ku ji şer û pevçûnê sûde digire, ji bo PKK çekan bi temamî deyne, çi ji destê me bê em ê bikin û em ê teqez bi ser bikevin.”

Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Em dikaribûn gelekî ji zûde vê bikin lê; Erdogan yên aştî dixwestin, avêt hûndir, hewl da partiya wan bigire, qeyûm danî ser şaredariyên wan, hewl da bi provokasyonan û sorkirina pevçûnê xelkê bi terorê bitirsîne. Hê jî vê dike. Baweriyê bi sextekaran neyînin, aştî û aramî pêkan e. PKKê bi biryara rawestandina çalakiyan xwest deriyê çareseriyê veke. Lê bi israr provokasyon têne kirin. Xwedê mihafeze, dibe ku hinek ji bo bandorê li ser hilbijartinan bikin, xwînê birijînin. Em ê tev bihevre baldar bin û neyên lîstikan. Ji kerema xwe ji bîr nekin, em aştî û demokrasiyê dixwazin. Em jiyane wekhev û aştiyane ya bihevre dixwazin.”

Di dewamê de jî Demirtaş diyar kir: "Wê Partiya Keskên Çep jî ji bo vê bixebitin. Wê ne ji bo derewkarên xelkê sor dikin û sextekaran. Bi me bawer bin. Em ê bihevre teqez qezenc bikin.”