Demirtas: Tenduristiya min nebas e, êsa sînga min dubare dibe
PeyamaKurd - Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve li girtîgeha Edîrne ya Tirkiyê girtî ye û hefteya borî hatibû ragihandin ku ji ber nexweşînê li nav girtîgehê bêhiş ketiye, li ser nexweşîna xwe got ku rewşa tendursitiya wî nebaş e.
Demirtaş di hevpeyvîna ligel rojnameya Evrenselê dibêje, rewşa wî ya tenduristiyê nebaş e û û êşa li ser sînga wî carnan dubare dibe ku bêhna wî jî teng dibe.
Selahattîn Demîrtaş herwiha da zanîn ku derengxistina zanyariyên derbarê tenduristiya wî de biryara wî bûye û got, ji ber wê jî agahiya HDPê ji rewşa wî çênebûye.
Demîrtaş dibêje, “Di nav ewqas meseleyan û di demeke ku ewqas nexweşên girtî hene de, min nexwest rewşa tenduristiya min bibe rojev.”
Demîrtaş li ser rewşa siyasî ya li Tirkiyê jî got, “Xelk hemû di bin êrîşeke faşîzmê ya giran, bêexlaq û bêperwa de ye. Dadgehkirina me jî beşek ji vê ye.”
Demîrtaş banga HDPê ya bo hilbijartinên pêşwext jî weke, ‘gaveke rast’ dibîne û dibêje, niha jî dema wê ye ku HDP amadekariyên xwe bike û çawaniya bername û tifaqên ku dê pêk bîne diyar bike û destnîşan kir, “Li hemberî faşîzmê divê li her derê têkoşîn bê birêxistinkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin