Dengbêja navdar a devera Badînan Helal Berçî koça dawî kir
PeyamaKurd – Dengbêj û hunermenda navdar a devera Badînan Helal Berçî ku zêdetirî hezar stran û kilamên folklorî çêkirine di 92 saliya xwe de koça dawî kir.
Helal Berçî ku wekî Xezîneya Kultur û Folklora Kurdî tê naskirin, îro danê sibehê li Duhokê li demjimêr 03:00 ji ber nexweşiyê û têkçûna tenduristiya wê koça dawî kir.
Hunermenda navdar a Kurd Helal Berçî bi deng û awazên xwe yên resen ên dengbêjî tê zanîn û heta niha zêdetirî 1000 stran û kilam çêkirine ku gelek ji wan ji aliyê hunermendên navdar ên kurd ve jî hatine gotin.
Helal Berçî sala 1930an li gundê Berçî yê devera Nihêlê li sînorê nehiyeya Dêrelûk a qezayê Amêdiyê hatiye dinê û ji 10 saliya xwe ve jî dest bi stanbêjî û dengbêjiyê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin