Derar bo nûçeya Spûtnîkê: Min negotiye emê besdarî civînên Komîteya Destûrê bibin

30 December 2019 15:39 0 dîtin
Derar bo nûçeya Spûtnîkê: Min negotiye emê besdarî civînên Komîteya Destûrê bibin

PeyamaKurd - Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSDê Riyad Derar, ragihand ku nûçeya Sputnîk a Rûsî ku li ser navê wî îdia kiribû ku ew dê beşdarî civînên bê yên Komîteya Destûra Sûriyê bibin, nerast e.

Ajansa Sputnikê doh hevpeyvîna bi Hevserokê MSDê Riyad Derar re weşandibû û li ser zimanê Riyad Derdar gotibû MSD wê bêşdarî civînên dema pêş a Komîteya Destûra Sûriyê bibe.

Riyad Derar ji ajanasa medya Rojava re axivî û ragihand ku ew nûçe nerast e.

Derar wiha got: “Mebesta min ew bû ku Qahîre ji bo beşdarbûna MSDê di prosesa siyasî ya Sûriyê de xwedî roleke girîng be û min negotiye em ê beşdarî civînên dema pêş a Komîteya Destûrî bibin.”

Rêveberiya Rojava beşdarî civînên Komîteya Destûra Sûriyê dibe