Devlet Bahçelî: Divê Ocalan were li meclîsê biqîre ku rêxistina wî qediyaye

22 October 2024 13:31 0 dîtin
Devlet Bahçelî: Divê Ocalan were li meclîsê biqîre ku rêxistina wî qediyaye

PeyamaKurd –  Serokê Giştî yê MHPyê  (Partiya Tevgera Neteweperes) Devlet Bahçelî di civîna heftane ya koma partiya xwe ya de derbarê rojevê de daxuyanî da.

Naveroka daxuyaniyên Devlet Bahçelî wiha ye:

Ez ê ji nîvê pirtûkê biaxivim

 “Îro ez ê qala nîvê pirtûkê bikim û bi awayekî ku dê hewcedarî bi şiroveyan nebe. Li ser bingeha rastiyên heyî, belkî ez ê gava yekem ji bo çareserkirina herdemî bendavên miletê xwe yê bi heybet biavêjim

Hilbijartin dê di dema xwe de bên kirin

Di serdemekê de ku kaos û qeyranan cîh girtiye, divê Anatolya bibe erdnîgara bawerî, aştî û aramiyê. Dema başûrê me dişewite, bakurê me di nav toz û dûmanê de ye, li rojavayê me lîstikên tarî tên plankirin. Zanyarekî siyasî yê ku em dixwazin ji wî şîroveyên objektîf bibihîzin, di nava van hemû pirsgirêkan de ji xizmeta eniya dagirkeriya navxweyî şerm nekiriye, bi gotinên pûç û bêwate ku qeyrana baweriyê bi cih bûye û tekane çareserî hilbijartinên pêşwext e. Li Tirkiyeyê qeyrana baweriyê nîne. Cûreyên bêrûmet hene ku pîr dibin. Hilbijartin wê di dema xwe de bên kirin, divê her kes hesabên xwe yên siyasî li gorî wê bike.

Pêvajoya çareseriyê

Pêdiviya Tirkiyeyê bi pêvajoyeke nû ya çareseriyê nîne, pêwîst e aqilê xwe bi kar bîne û li hemberî ferzkirinên derve asê bimîne. Derdê Tirkiyê ne kurd e, pirsgirêka rêxistina terorê ya cudaxwaz e. Li ser bingehê etnîkî behsa pirsgirêkeke xeternak e. Gotina pirsgirêka kurd, gotina rûyên sexte ye ku kurdan weke pirsgirêk dibînin. Teror tiştekî din e, siyaset tiştekî din e. Bêyî ku çek bên dûrxistin, welatiyên Tirkiyeyê nikarin xwe bigihînin asta mirovahiyê ya ku heq dikin. Tu tawîz û paşvegav dê terorîstan tatmîn neke. Ji bo terorê bê çek çareserî nabe. Qebûlkirina daxwazên rêxistina terorê nayê wateya ku serî li ber wan bidin. Kiryarên çekdarî yên PKKya rêxistina terorê ya cudaxwaz mehkûmî têkçûnê ye. Tirkiye tehamulî terorê nake.

 

Çêkirina reformên demokratîk rastiya herî nêzî aqil e. Min di mitînga Diyarbekirê ya 6ê Hezîrana 2011an de got, yên li Brukselê nikarin we ji min çêtir nas bikin. Yekane rêya rizgariyê ew e ku hemû terorîst bi çekên xwe ji çiyê dakevin, teslîm bibin û cezayê xwe bigrin. Nayê qebûlkirin ku hin pêkhateyên me tevî DYA, YE, Iraq û Sûriyeyê bibin berdevkên rêxistina terorê. Em amade ne ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe, ne ku her kes li ser siyaseteke bêteror li hev bike. Min gotibû bila ku serokê terorîstan bi yekalî ragihîne ku teror bi dawî bûye. Gelek kes hene ku ji eslê vê bangê fam nakin û hewl didin ku wê bi awayekî din fam bikin.

Bila Ocalan were li meclîsê biqîre ku rêxistin qediyaye.

Hevoka min a duyemîn a ji bo sifirkirina terorê di sedsalê de ev e: Ger tecrîda li ser serokê terorê rabe bila were û di civîna koma Partiya DEMê ya li Meclîsa Gel a Tirkiyeyê de biaxive. Bila biqîre ku teror bi tevahî qediyaye û rêxistin ji holê hatiye rakirin. Ger ew vê hişmendiyê nîşan bide, divê rê li ber rêzikên qanûnî yên di derbarê bikaranîna mafê hêviyê de vebe. Divê navnîşan ji Îmraliyê heta DEMê dirêj bibe.”