Dewleta Azerbaycanê bertek li hember daxuyaniya Amerîkayê nîsan da

17 October 2020 10:00 0 dîtin
Dewleta Azerbaycanê bertek li hember daxuyaniya Amerîkayê nîsan da

PeyamaKurd Li ser daxuyaniya Amerîkayê ya di derbarê şer de, Wezareta Derve ya Azerbaycanê bertek nîşanî Wezîrê Derve yê Amerîka (DYE) da û diyar kir, "Daxuyaniya Washingtonê ya fermî, li gel statuya DYEyê ya navbeynkarî nagunce."

DYE, di nav Koma AGIT Minsk a çareseriyê de ye.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dabû zanîn: "Alîkariya şer ya ji bo Azerbaycanê şer tûnd dike. Em bi hêvîne ku Ermenistan dê bikare xwe li hember kiryarên Azerbaycaniyan biparêzin. Divê çareserî bêyî beşdariya aliyên 2'yemîn bi gûftûgoyan pêk bê."

Wezareta Derve ya Azerbaycanê xwe li hember vê daxuyaniyê nerazî kir û got, "Aliyê Azerî ji vê daxuyaniya Washington a berevejî yên berê ne guncaw dibîne. Herwiha ev daxuyaniya Washingtonê ya fermî, li gel statuya DYEyê ya navbeynkarî nagunce."