Dewleta Tirkiyê dîsa gundê Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir
PeyamaKurd – Dewleta Tirkiyê, do derengiya şevê, gundê Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir.
Li gor zanyariyan, balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî, di seatên piştî nîvro de li ser Eyn Îsa û gundewarên wê geriyan.
Herwiha Tirkiyê li ser rêya gundê Hasûda yê girêdayî navçeya Tirbespiyê erebeyek kir hedef û di encamê de yek şehîd ket û 2 kes birîdan bûn, yek ji kesên birîndar bûye hunermend Ferhad Merdê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin