Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di Cejna Qurbanê de bi sedan ajalan dike qurbanî
PeyamaKurd - Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed, îro Çarşemê di civîneke rojnamevanî de ragihand, ew ê di vê cejna qurbanê de bi sedan serî ajal bikin qurbanî û bi ser malbatên hejar û şêniyên kampên penaberan belav bikin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed eşkere kir, “Ji sala 2009an ve Îmarat alîkariyê pêşkêşî penaberên li Herêma Kurdistanê dike û karîgeriya wê alîkariyê li ser projeyên xêrxwazîyê ye.”
Mûsa Ehmed da zanîn, Îmaratê heta niha, 52 milyon dolar weke hevkarî pêşkêşî zarokên yetîm kiriye û çend kamp durist kirine û berdewame li ser alîkariya penaberan.
Di berdewamê de Mûsa Ehmed ragihand, di Cejna Qurbanê de 6 hezar malbatên hejar li Kurdistanê sûdmend bibin bi mîqdarê 139 hezar dolar li wê projeyê tê xerckirin û ev yek jî bi alîkariya parêzgeha Hewlêrê û kerta tenduristiyê tê encamdan.
Konsolê Giştî yê Îmaratê Dr. Ehmed Îbrahîm Elzahirî jî di civîna rojnemevanî de eşkere kir welatê wî amade ye ji bo her alîkariyekê pêşkêşî wan penaberên li Herêma Kurdistanê bike û ew ê berdewam bin ligel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyê pêşkêşî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin