Di avakirina supermarketê de sewat derket: 9 karker mirin

19 December 2024 22:02 0 dîtin
Di avakirina supermarketê de sewat derket: 9 karker mirin

PeyamaKurd – Li welatê Taywanê li bajarê Taichungê li navça Daduyê, di dema avakirina supermarketekî zencîre de, ku ji xelkê re xida amade dike, agir pê ket û di encamê de 9 karker mirin û 8 karker birîndar bûn. Hat ragihand ku agir di wexta bicîhkirina sarincan de bi marketê ketiye.

Li gor ragihandina ajansa CNAyê; di avahiya şîrketa bi navê PX Martê de şewat derketiye. Avahiya marketê 5 qate û 1200 beşên şîrketê li Taywanê xebatê dikin.