Di bombebarana Îsraîlê de 4 kes hatin kustin

25 March 2025 15:51 0 dîtin
Di bombebarana Îsraîlê de 4 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Di bombebaraneke artêşa Îsraîlê ya li ser navçeyeke Sûriyeyê de 4 hemwelatiyên Sûriyeyê hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Çapemeniya Sûriyeyê ragihand ku îro, (25.03.2025) di bombebaraneke artêşa Îsraîlê de ya li dijî gundê Kuyayê yê li rojavayê parêzgeha Der’ayê, 4 kes hatine kuştin ku nav wan de jinek jî heye û her weha çend kesên din jî birîndar bûn. 

Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de ziyanên madî jî çêbûne.

Her weha hate gotin ku artêşa Îsraîlê du binkeyên leşkerî li parêzgeha Humsê jî bombebaran kirin.