Di bûyerên Kayseriyê de 67 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, derbarê rewşa dawî ya bûyerên bajarê Kayseriyê de ku piştî îdiaya destdirêjiya welatiyekî Sûriyê bo keçeke 5 salî dest pê kiribûn daxuyanî da.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, li ser bûyerên şeva borî ku êrîş bi ser mal û milkên welatiyên Sûriyeyî de hatibû kirin got, “Şeva borî demjimêrên êvarê li Kayseriyê welatiyê Sûriyeyê I.A. destdirêjî li keçeke mirovê xwe ya ji Sûriyeyê kir. Ew kes ji aliyê welatiyên li wê derê ve hat girtin û radestî hêzên ewlehiyê hat kirin.”
Wezîrê Navxwe wiha pê de çû: “Derbarê bûyerê de demildest dest bi lêpirsînê hat kirin lê piştre welatiyên me li vê herêmê kom bûn.
Bi helwesteke li dijî nirxên me yên mirovî û bi awayekî neyasayî tevgeriyan û wan zerar da mal, kargeh û otomobîlên welatiyên Sûriyeyê.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî îro 1ê Tîrmehê li ser bûyerên şeva borî ragihand ku sedema wana êrîşa 'zimanê jehrîn ê opozîsyonê ye' ku li dijî penaberên sûrî bikar tîne.
Di encama midaxeleya hêzên ewlehiyê de 67 kes hatin desteserkirin. Qerebalixiya ku kom bûbû piştî demjimêr 02:00yan belav bû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin