Di bûyerên pistî êrîsa Nablûsê de 10 Filistînî hatin kustin

23 February 2023 10:35 0 dîtin
Di bûyerên pistî êrîsa Nablûsê de 10 Filistînî hatin kustin

PeyamaKurd – Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li bajarê Nablûsa li Şerîeya Rojava ya dagirkirî de, 10 Filistînî mirin û 102 Filistînî jî birîndar bûn.

Hêzên Îsraîlê ji gelek nuqteyan ve êrîşî bajarê Nablûsê yê li bakurê Şerîeya Rojava kir.

Li gorî daxuyaniya Berdevkê Artêşa Îsraîlê, yekîneyên artêşê derdora mala li Bajarê Kevin ê Nablûsê dorpêç kirin ku tê îdiakirin sê gumanbarên lê dihatin xwestin amadekariya êrîşê dikirin. Hate tekezkirin ku di encama şerê çekdarî de yekîneyên artêşê 3 gumanbar berteref kirine.

Piştî serdegirtinê di xwepêşandanan de bûyer derket. Hat ragihandin, leşkerên Îsraîlî bi guleyên rastî mudaxeleyî Filistîniyên çekdar ên ku tê îdiakirin molotof avêtine kirin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand, di êrîşa leşkerên Îsraîlê de 10 Filistînî mirin û 102 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin, ji birîndaran rewşa 6 birîndaran giran e û sewqî nexweşxaneyên li herêmê hatin kirin.

Wezaretê diyar kir, ji serê salê vir ve jin û zarok jî di nav de 61 filistînî di encama gulebarana leşkerên Îsraîlî yan jî rûniştvanên cihû de hatine kuştin.

Di dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin de, Filistîniyên li Nablûsê bi kevir û boyax davêjin wesayîtên zirxî yên artêşa Îsraîlê.

Di nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê de hat eşkerekirin, di mudaxaleya hêzên Îsraîlê de bi guleyên rast 2 rojnameger birîndar bûne.