Di celsa sêyem ya hilbijartina kongra Amerîka de serok nehat hilbijartin
PeyamaKurd – Baskê bin yê Kongra Amerîkayê meclisa nûneran di celsa hilbijartina sêyem ya serokatiyê bê encam ma û serok nehat hilbijartin. Namzedê komarî Jim Jordan nikaribû piraniya dengan bidest bixe. Dema serokê msclisê tinebe, dibe sedema kêmasiyan.
Di meclisa nûneran ya Amerîka de serokê meclisê Kevin McCarhty bi sedema wextê serokatiya wî qediyabû, dest ji serokatiyê berda û meclis ket nav xebatên hilbijartinê. Di meclisa nûneran de bi temamî 427 endam hene.
Di hilbijartina îro de nûnerê eyaleta Ohioyê Jim Jordan li gor celsa berê 5 dengan wenda kir û karibû 194 dengan bistîne. Ev jî ji bo hilbijartina serok têr nake.
Partiya komarî di meclisê de xwediyê 221 dengaye lê 25 kes li dijî Jordan dengên xwe bikaranîn.
Ji bo nûnerekî bibe serokê meclisa nûneran, divê 217 dengan bi dest bixe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin