Di derbarê wefata hunermendê Kurd Xidir Xosnav Mesrûr Barzanî peyamek serxwesiyê belav kir

27 August 2020 14:01 0 dîtin
Di derbarê wefata hunermendê Kurd Xidir Xosnav Mesrûr Barzanî peyamek serxwesiyê belav kir

PeyamaKurd – Di derbarê wefata hunermendê Kurd Xidir Xoşnav, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata wî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, ‘‘Bi mixabiniyeke mezin min nûçeya koça dawiyê ya hunermendê gelêrî Xidir Xoşnaw bihîst. Pirsê û serxweşiyê li malbata wî ya birêz dikim. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bi malbat û kesûkarên wî bibexşe.”

Dengbêjê gelêrî Xidir Xoşnaw îro ji ber vîrûsa Koronayê li neşweşxaneyeke Hewlêrê wefat kir.

Dengbêj Xidir Xoşnaw ji sala 1978an ve dest bi hunerê kiriye û di destpêka salên heştê yên sedsala borî de, yekem strana xwe li telefizyona Kerkûkê tomar kiriye û xwedî çendîn berhemên hunerî ye.