Di êrîsa doh ya Îsraîlê de cebilxane û konteynerên mosekan ên Îranê hatin teqandin

29 December 2021 17:07 0 dîtin
Di êrîsa doh ya Îsraîlê de cebilxane û konteynerên mosekan ên Îranê hatin teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşa moşekî ya Îsraîlê de ku doh 28ê Kanûnê pêk hatiye çek û cebilxaneyên Îranê yên li bendera Laziqiyê hatine armanc kirin.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) di êrîşa doh ya ser bendera Laziqiye ya Sûriyê de, şewatên mezin di konteynerên benderê de çêbûne û hat diyarkirin ku çek û cebilxaneyên Îranê hatine teqandin.

Herwiha çavkaniyan daye xuyakirin ku konteynerên bûne armanca êrîşa Îsraîlê moşekên Îranê di wan de hebûn ku ji bo milîsan dihatin veguhestin.

Derbarê êrîşa Îsraîlê de ajansa fermî ya dewleta Sûriyê SANAyê jî piştrast kir ku Îsraîlê li demjimêr 03:21ê êrîşeke bi moşekan li dijî konteynerên li qada bazirganiyê pêk aniye.