Di êrîsa li ser welatiyên Herêma Kurdistanê de hejmara desteserkirinan zêde bû

20 January 2023 14:31 0 dîtin
Di êrîsa li ser welatiyên Herêma Kurdistanê de hejmara desteserkirinan zêde bû

PeyamaKurd – Hejmara desteserkirinên ji ber êrîşa çekdarî ya li dijî welatiyên Herêma Kurdistanê li navçeya Artukluya Mêrdînê derket 6an.

Têkildarî êrîşa li Mêrdînê ku 5 welatiyên Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn de geşedaneke nû çêbû.

Di lêpirsîna derbarê bûyerê de M.Ş., F.A., A.Y. û A.K. 4 gumanbarên bi navê Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê bi biryarnameyê hatin desteserkirin. Êvarê jî M.Y. û Z.K. 2 kesên din hatin binçavkirin. Bi vî awayî di êrîşa çekdarî ya ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de hejmara desteserkirinan derket 6an.

Li aliyê din cenazeyên kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin wergirtin û bi wesayîtên cenaze ew veguhestin Herêma Kurdistanê.

Do bi şev li ser rêya navbera navçeya Mêrdîn Nisêbîn û Artukluyê di êrîşa li dijî wesayîta welatiyên Herêma Kurdistanê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev êrîş şermezar kirin û ji hikûmeta Tirkiyê jî hat xwestin ku lêkolînê li ser bûyerê bike û sûcdaran bişopîne.