Dî êrîsa mosekî ya Hizbullaha Lubnanê de sivîlekî Îsraîlî can da
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji xalên Hizbullahê yên Lubnanê êrîşeke moşekî bi ser Îsraîlê de hatiye kirin û di encamê de kesekî sivîl can daye.
Artêşa Îsraîlê (IDF) ragihandiye ku di êrîşa Hizbullaha Lubnanê de ya bi ser xaleke leşkerî ya sînorî de, karmendekî tenduristiyê yê 40 salî can daye.
Hate diyarkirin ku êrîş li ser bajaroka Shtula ya hevsînorê Lubnanê hatiye kirin û kesekî can daye, 3 kes jî birîndar bûne.
IDFê da xuyakirin ku wan bersiva êrîşa Hizbullahê daye û Hizbullahê jî daye xuyakirin, êrîş bersiva êrîşên Xezeyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin