Di hêrisa Îsraîlê de 5 leskerên Sûriyeyê hatin kustin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di hêrişa asmanî ya Îsraîlê ya li dijî sînorê Sûriye û Libnanê de 5 leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) di nûçeya xwe ya ku spartiye jêderên leşkerî de got: “Îsraîla dijmin berê sibehê di demjimêr 01:35an de ji aliyê Girên Golanê ve hêrişeke asmanî pêk anî. Di hêrişa li ser baregeheke leşkerî ya li çoltera Şamê ya li ser sînorê Libnanê de 5 leşkeran canê xwe ji dest dan û leşkerek jî birîndar bû."
Ji 7ê Mjdara 2023yan ku şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir ve li Rojhilata Navîn rewş aram nabe.
Di van demên dawî de aloziya di navbera Îsraîl û Hizbulaha Libnanê de gurtir bûye û her du aliyan êrişên xwe zêde kirin.
Îsraîl ji destpêka vî şerî ve carinan hêrişî Sûriyeyê jî dike û gelek deveran dike ber şêla xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin